12:21:16
Rojava News: Cîgirê serokê departmana berpirsê talûkeyan Dmitriy Feoktîstov di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo bihêzkirina sînorê Sûriyeyê bergiriyên girîng girtin.
Cîgirê serokê departmana berpirsê talûkeyan ê Wezareta Derve ya Rûsyayê Dmitriy Feoktîstov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Tirkiye ji bo bihêzkirina sînorê Sûriyeyê bergiriyên girîng girtin.
Dmitriy Feoktîstov di axaftina xwe de got: "Tirkiye ji bo ku di sînorê Sûriyeyê de hinek mal û amûrên xeternak derbas nebin gelek bergiriyên girîng girtin. Em çavdêriya vê dikin."
Feoktîstov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Enqere ji bo ku milîtanên cihadîst di sînorê Sûriyeyê de derbas nebin bergiriyên cidî wergirtin."
