DAIŞ teqînên Misrê xistin sitûyê xwe

DAIŞ teqînên Misrê xistin sitûyê xwe

13:07:38

 

Rojava News: Rêxistina DAIŞê îro, berpirsyaretiya ji her du teqînên li bajarê Tanta yê Misirê û li bajarê Îskenderiye li ber kilîseya Azîz  ku, tê de bi dehan kes kuştî û birîndar ketin ragehand.

Îro danê sibehê roja Yekşemê 9.04.2017e du teqîn li bajarê Tanta yê Misirê û li bajarê Îskenderiye li ber kilîseya Azîz  rûdan tê de 25 welatiyên xiristyan hatin kuştin û 40 kesên din birîndar bûn.

Piştî teqînê rêxistina tûnd a DAIŞê bi rêya rûpelên tiwîterê û Facebookê yên bi ser ve berpirsyaretiya xwe ji wan teqînan re ragehand û xiste stûyê xwe.