50 koçberên sûrî û iraqî li Aydinê hatin desteserkirin

50 koçberên sûrî û iraqî li Aydinê hatin desteserkirin

14:13:26

 

Rojava News: Li Dîdima navçeya Aydîn 50 koçberên ku hewl didan bi rêyên derqanûnî derkevin dervayê Tirkiyê hatin derdestkirin.

Li gor agahiyên ku hatin standin, masîgiran li perava Fenerê pê hêan ku komek xwe amade dike bi bota lastîk ve xwe berdin behrê û li ser vê yekê haya polîsan pê xistin.

Tîma polîsan li ser îxbarê hatin herêmê û koçberên ku hewl didin bi rêyên dereqanûnî derkevin dervayê Tirkiyê dan sekinandin.

Hat tesbîtkirin 50 kesên ku anîn ewlekariyê welatiyên Iraq û Sûriyê ne.

Piştî ku karûbarên wan li ewlekariyê yê biyaniyan temam bû û ew teslîmî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.