Îran li beranber Amerika tund axivî!

Îran li beranber Amerika tund axivî!

 

 

Rojava News: Li gor nûçeyeke Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Wezîrê bergirî yê Îranê di pêwendiyek telefonî digel hevpostê yê Rusî Sergey Shovgu, bûyera êrîşa Amerika ser bi bînkeya serbazî ya Suriye nirxandin.

Di vê pêwendiyê de Wezîrê bergirî yê Îranê Husên Dehkan aniya ziman ku “Ger carek din Amerika êrîşek weha bike, dê bê bersîv nemîne. Dê encamên wê yên giran hebin.”

Amerika wekî bersîvek hemberî bikaranîna çekên kimyawî di devera Idlibê de, bi 59 mûşekên Tomahawk êrîşî bînkeya serbazî ya Şîerat li Suriye kiribû. Tehran û Moskow du welatên, ku herî zêde rexne li vê kiryar a Amerika kiribûn.