Referanduma Tirkiyê birêve diçe!

Referanduma Tirkiyê birêve diçe!

13:13:26

 

Rojava News: Dengdana referandûma guhertina 18 madeyên destûrê li seranserê Tirkiyê destpê kir.

Dengdana referandûma 16ê Nîsanê ya guhertina destûra Tirkiyê pêşî li 32 bajarên kurdan ên ku dikevin rojhilatê Tirkiyê li demjimêr 07.00an destpê kir. Li 49 bajarên mayî jî li gor dema Tirkiyê dengdan li demjimêr 08.00an destpê kir û dê heta demjimêr 17.00an 55 milyon û 222 hezar dengdêr bikarin li ser sindoqan dengên xwe bidin.

Li gor Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dê dengdêrên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne li ser 167 hezar û 140 sindoqên li seranserê welat û deriyên gumrikan heta êvarê dengên xwe bidin. Herwiha dê 1 milyon û 269 hezar û 282 dengdêrên ku ketine 18 saliya xwe û cara yekem dengên xwe bikar tînin jî biçin ser sindoqan.

Endamên 10 partiyên siyasî yên Tirkiyê ku Ak Partî, CHP, HDP, MHP, ANAVATAN û HUDAPAR jî di nav de, dê bikaribin li dema dengdanê li ser sindoqan çavderiyê bikin û binpêkirinên ser sindoqên dengdanê bişopînin.

Li gor qedexeyên hilbijartinê heta demjimêr 18.00an li gor dema Tirkiyê, ti texmîn û şîrove li ser encamên dengdanê nayên kirin.

 

YSK dê di navbera demjimêrên 18.00-21.00ê agahî û ragihandinên li ser hilbijartinê bide û ew dê li ser weşanan werin belavkirin. Hemû weşanên ragihandinê yên li

 

Tirkiyê dê piştî demjimêr 21.00ê li ser hilbijartina referandûmê her cure weşanên xwe bidin destpêkirin.

 

Di hilbijartina referandûmê de dengdêr xwedî du alternatîvên cuda ne, yan dengê 'erê' yan jî 'na' dikarin bikar bînin.