14:10:36
Rojava News: Seroka Konseya Federasyonê ya baskê jor yê parlamentoya Rûsyayê Valentîna Matviyenko ragihand ku rêveberiya Moskowê naxwaze senaryayoya li Iraqê pêk hatiye li Sûriyê jî dubare bibe.
Matviyenko piştî hevdîtina bi Serokê Konseya Şêwirmendiya Bilind a Erebîstana Siûdî Abdullah eş Şêx bal kişand ser hincetên bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê.
Matviyenko got, ‘Me dagirkirina Iraqê ya hevalbendiya welatên rojava bi hinceta kîmyasalê dît. Rûsya naxwaze ev senaryoya nehatiye peyitandin li Sûriyê jî dubare bibe.'
Matviyenko diyar kir ku ew naxwazin hin welat ji bo destwerdana welatên din hincetan ji xwe re çêkin û êrîşa baregeha Şayratê ji aliyê Amerîkayê ve wekî binpêkirina hiqûqa navnetewî nirxand.
