10:36:47
Rojava News: Milîtanên rêxistina Talîbanê şevê din bi du wesayîtên êrişî baregeha leşkerî ya bajarê Belha Afganistanê kirin, din encama êrişê de herî kêm 140 leşker hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên berdest, komek milîtanên rêxistina Talîbanê li bajarê Mezarê Şerîf ê parêzgeha Belhê, di dema nimêjê de êrîşê baregaha leşkerî dike ku ev baregah cihê pispor û şêwirmendên leşkerî yê biyanî ye.
Milîtanên rêxistina Talîbanê bi 2 wesayîtên bombebarkirî ketine nav baregahê û paşî berê xwe dane mizgeftê û di dema nimêjê de leşker dane ber guleyan. Di encama êrîşê de 140 kes hatine kuştin, ku piraniya wan leşker in.
Li gorî çavkaniyên herêmî di dema êrîşê de milîtanekî Talîbanê hatiye kuştin û 5 milîtanên din jî bi saxî hatine girtin.
