Wezîrê Perwerdê yê DAIŞê hat kuştin

Wezîrê Perwerdê yê DAIŞê hat kuştin

12:44:49

 

Rojava News: Balafirên şer yên hêzên hevpeyman “Wezîrê Perwerde” yê DAIŞê li nêzîkî Mûsilê kuştin.

Hêza Dijîterora Kurdistanê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, balafirên şer duh li bajarokê Til Eferê li parêzgeha Mûsilê, li çekdarên DAIŞê dan.

Li gorî agahiyên Dijîterorê, di encama wê êrişê de berpirê dîwana perwerdê ya DAIŞê (ku wek wezîrê perwerdê dihat nasîn) Elî Riza Mehmûd hat kuştin.

Di daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê de her wiha hatiye ragihandin ku heman rojê 3 sivîlên ku dixwastin li aliyê rastê yê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê birevin, ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.