Çavuşoglu: Em Sûriyeyeke sekuler dixwazin

Çavuşoglu: Em Sûriyeyeke sekuler dixwazin

12:38:18

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de ragihand ku em Sûriyeyeke sekuler dixwazin, ji vê seetê pê ve bi Esad re ev mesele hew dimeşe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê bi rojnamevanên rûsî re het cem hev û di axaftina xwe de got: Em Sûriyeyeke sekuler dixwazin. Divê em rasteqîne bin ji vê seetê pê ve bi Esad re ev mesele hew dimeşe. Hikûmete demkî ku herkes qebûl bike divê were çêkirin û tu kes jî neyê derkirin."

Mevlut Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di rastiyê de li Sûriyeyê çareserî çareseriya siyasî ye. Hevkariya me ya siyasî ku bi Rûsyayê re li Helebê destpê kir me bi pêş xist û agirbest li herêmên din ê Sûriyeyê jî fireh kir. Heke car caran ihlal werin kirin jî niha rewş baş e. Ev serkeftina Tirkiye û Rûsyayê ye. Li vir tevlîbûna Amerîka wekî çavdêr jî pir girîng e. Bi taybetî me Îran jî tevlî pêvajoyê kir."

Çavuşoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Stratejiyeke me heye, em ji sere pêşî ve dibêjin ji bo çareseriyeke siyasî ya rasteqîn divê Esad here. Rûsya jî piştgiriya ewlehiya sînorê Tirkiyeyê diparêze. Em Sûriyeyeke sekuler dixwazin. Divê em rasteqîn bifikirin, piştî vê seetê bi Esad re nameşe. Dibe di mijara Esad de em û Rûsyayê ne wekî hev bifikirin. Di nava NATOyê de jî em û gelek welatan ne wekî hev difikirin."