13:31:15
Rojava News: Berî ku Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis serdana Afganistanê bike li nêzî baregeha hewayî ku lê dakeve êrişeke xwekujî pêk hat.
Li gorî medyaya heremî êriş li bajarê Hostê pêk hat. Herwiha piştî êrişê li ser medya civakî wêne hatin parvikirin ku duxana teqînê bilind dibe.
Roja înê jî li baregeha leşkerî ya nêzîkî bajarê Mezari Şerif êrişeke endamê rêxistina Talîbanê pêk hatibû û di êrişê de zêdetirî 100 leşerên Afganistanê hatibûn kuştin. Piştî bûyerê Wezîrê Parastinê Abdullah Habibi û Sererkanê Giştî Kadem Şah Şahim îstîfa kiribûn.
