12:09:00
Rojava News: Serokê Fraksiyona Dewleta Qanûnê Elî Edîb bangewazî li Hikûmeta Iraqê kir ku bi awayekî resmî li dijî Tirkiyê giliya xwe bigihînin Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî.
Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine Elî Edîb diyar kir: “Bombebaranên ku Tirkiye li navçeya Şingalê ya parêzgeha Neynewa kirin, li dijî Iraqê dijminahî û derxistina aloziyeke xeter e.”
Herwiha Edîb destnîşan kir: “Pêwîst e hêzên siyasî û gel piştgirî bidin hikûmetê da ku li hember dijminahiyên ku ji derve tên û li hember Tirkiyê ku gelek caran binpêkirinan dike bertek nîşan bidin.”
Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro sêşemî Çiyayê Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û şervanekî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 9 pêşmerge û 5 şervan jî birîndar bûn.
Herwiha firokeyên Tirkiyê Çiyayê Qereçoxê li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya YPGê, di encama vê bombebaranê de jî, 20 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan û 18 şervan jî birîndar bûn.
