Erdogan:Divê Sûriyê ji Esed were rizgarkirin

Erdogan:Divê Sûriyê ji Esed were rizgarkirin

12:43:09

 

Rojava News: Serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehand ku,  pêwîste Sûriyê ji Beşar Esed were rizgarkirin heta ku, çareserî di wî welatî de were dîtin.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Reutersê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehand û wiha axivî: "Esed ne ew kesê ku, mirov bo çareseriyekê berê xwe bidiyê, divê ew welat ji Esed were rizgarkirin heta çareserî were dîtin..

Herwiha Erdogan di hevdîtina xwe de da zanîn ku, rola Rûsya, Amerîka, Siûdiyê, Qeter û Iran di dîtina çareseriyekê de ji kirîza Sûriyê giring e.

Erdogan Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bi kuştina sedan hezar kes tometbar kir û got ku, rola Esed di paşeroja wî welatî de nine û aşkere kir ku, gelek bijardeyên yedek ji Esed re hene.