Erebistana Siûdiyê: Divê rejîma Sûriyê baca bikaranîna çekên kîmyawî bide

Erebistana Siûdiyê: Divê rejîma Sûriyê baca bikaranîna çekên kîmyawî bide

15:16:19

 

Rojava News: Wezîrê Deve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr ragehand ku, divê rejîma Sûriyê baca bikaranîna çekên Kîmyawî li gundê Xanşêxûn bide.

Di çarçoveya serdana xwe li Rûsyayê û hevdîtina li gel Wezîrê Deve yê wî welatî Segy Lavrov û di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de derbarê êrîşa gundê Xanşêxûn biçekên kîmyawî Wezîrê Deve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr ragehand ku, dive rejîma Sûriyê baca bikaranîna çekên Kîmyawî li gundê Xanşêxûn bide.

Herwiha  Adil Cubêr destnîşan kir ku, di paşeroja Sûriye de cîh ji Esed re nîne.Cubêr piştgiriya xwe ji komîteya lêkolînê re derbarê bikaranîna çekên kîmyawî re ragehand û got ku, dive Serokê rejîma Sûriyê isbat bike ku, çekên kîmyawî li cem wî nînin.

Derbarê hebûna mîlîşyatên Hizbulah Wezîrê Deve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr, Hizbullah û Pasdarên Îranê rêxistinên terorî ne.