Heta niha çiqas penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe!

Heta niha çiqas penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe!

11:28:52

 

Rojava News. Serokê Rewşa Lezgîn û Afatan a Serokwezîrtiyê (AFAD) Halis Bilden ragihand ku piştî Operasyona Mertalê Firatê 50 hezar sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Li gorî nûçeya Haberturkê, Serokê AFADê Halis Bilden bi Seroka Komelaya Jin û Demokrasiyê (KADEM) Sare Aydin Yilmaz re li Mereşê li navendên jiyan û kampên penaber lêkolîn kirin. Bilden di axaftina xwe de ragihand ku li 23 kampan dora 260 hezar penaber dimînin û navendên jiyanê yên Edene û Osmaniyeyê jî qediyane.

Halis Bilden di berdewamiya axaftina xwe de rola Operasyona Mertalê Firatê girîng nirxand û got: "Piştî operasyonê qadeke 2 hezar kîlometro bi ewle bû û sûriyeyî vegeriyan û jiyana xwe didomînin. Hemû erd û ereziyên xwe çandine û niha herêm şînahiye. Ev tê vê wateya herêmên ku manej î divê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê werin deranîn. Bi awayekî cidî em dibînin xelk vedigere Çobanbeyli, Cerablus, Ezaz û El Babê. Hetanî niha zêdetirî 50 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyan welatên xwe û bawerim ev dê her dewam bike."