NY: Di mehekê de 317 kesan jiyana xwe ji dest dan

NY: Di mehekê de 317 kesan jiyana xwe ji dest dan

22:54:56

 

Rojava News: Li Iraqê di encama şer û êrîşên terorî de 317 kesan jiyana xwe ji dest dan û 403 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî, li Iraqê di meha Nîsanê de ji ber şer û êrîşên terorî  317 kesan jiyana xwe ji dest dane û 403 kes jî birîndar bûne.

Di raporê de hatiye diyarkirin, ku ji ber şer û pevçûna li Mûsilê 153 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 123 kes jî birîndar bûn. Li Bexdayê 55 kes mirin û 179 kes birîndar bûn. Li parêzgeha Selahedîn 15 kes mirin û 43 kes birîndar bûn û li parêzgeha Enbarê jî 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jan Kubis di raporê de wiha gotiye:

“Bi taybetî ji ber şerê Mûsilê gelek sivîl berdêleke mezin didin. Hêzên ewlehiyê li nav Mûsilê bi bermahiyên DAIŞê re, bi awayekî dijwar şerê li kolanan dikin. Terorîstên DAIŞê li hin deverên Mûsilê wesayîtên zirxî teqandin û êrîşî sivîlên ku dixwestin ji cihê şer birevin kirin. Zilmên DAIŞê, ne tenê li deverên şer e. Ew rêxistin li deverên rizgarkirî jî êrîş dikin.

DAIŞê di meha Nîsanê de li navendên sunî yên Tikrîtê jî, êrîşên xwekujiyê pêk anîn.”

Mîsyona Iraqê ya NY di meha Adarê de jî amarên kuştiyan belavkiribû. Li gor wê raporê jî di meha Adarê de 548 kesan jiyana xwe ji dest dane û 567 kes jî birîndar bûne.