Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin

Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin

13:11:27

 

Rojava News: Li Hindistanê du kesên ku guman li ser wan hebû ku çêlek dizîne bi lêdanê hatin kuştin.

Herwiha li Hindistanê ji bo ku çêlek pîroz têne dîtin serjêkirin, firotin û muameleya xirab a li dijî wan qedexeye.

Li gorî daxuyaniya polîsê herêma ku bûyer lê qewimiye, Abu Hanife û Riyazuddin Ali bi tohmeta ku çêlek dizîne bi lêdanê hatin kuştin. Li gorî zanyariyan du kesên ku tevlî bûyera lêdanê bûne ji bo jêpirsînê hatin binçavkirin.

Ji bo ku li Hindistanê çêlek pîroz tê dîtin qaçaxî û kuştina wan dibe sedema aciziya civakê. Meha borî ji bo ku misilmanekî çêlek li qemyona xwe bar kiribûn rêya wî ji terefê grûbeke bi hêrs ve hatibû birîn û di encamê de hatibû kuştin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî jî sala borî di axaftineke xwe de kesên ku li ser navê dîn tund û tujî bikar tînin rexne kiribûn.