DAIŞ çekên kimyewî bi kar tîne

DAIŞ çekên kimyewî bi kar tîne

Rojava News: Wezîrê Teknolojî û Zanyariyê yê Iraqê Yûsif Cerco got ku rêxistina DAIŞê ji bo çekirina çekên kimyewî li Iraqê materyal peyda nekiriye.

 

Yûsif Cerco ji rojnamevanan re îdiayên dibêjin ku DAIŞê çekên kimyewî hene derewand û got: “Xaza klorin a ku tê gotin di destê DAIŞê de heye, ji madeyen di çekirina çekên kimyewî de tên bi kar anîn cuda ye.”

 

Cerco anî ziman ku derfetên DAIŞê nîne çekên kimyewî çêbike û madeyên çekên kimyewî li Iraqê peyda nabe.

 

Çekdarên DAIŞê beriya niha li dijî hêzên ewlekariya Iraqê madeya klorin bi kar anibû û hin leşker kuştibûn.