Ji bo çareseriya pirsa Sûriyeyê li Misirê îro komcivînek tê çêkirin!

Ji bo çareseriya pirsa Sûriyeyê li Misirê îro komcivînek tê çêkirin!

12:28:18

 

Rojava News: Îro li Qahîre, Paytaxta Misirê komcivînek derbarê pirsa Sûriye de tê çêkirin. Di vê komcivînêde ENKS jî cih digire.

Fûat Elîko berpirsirayek ENKSê ku ji Sputnikê re axivî da zanîn dê Serokê ENKSê û berpirsiyarên wan jî beşdarî vê civînê bibin. Her, wî da zanîn banga beşdariya bo civînê ji aliyê Serokê Tevgera Pêşeroja Sûriyeyê Ahmed el-Cerba ve hatiye. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di vê komcivînê de her wiha dê nûnerên Artêşa Sûriye ya Azad ASAyê û grûbên mixalîf jî cih bibin. Endamên ENKSê jî ji duhî de çûne Qahîreyê.

Fuat Elîko Berpirsê ENKSê da zanîn dê komcivîn 2 rojan berdewam bike û wiha got:" Baş nizanim ku dê ji muxalîfên Sûriyeyê beşdarî hebe an ne, lê dê ji rejîmê kes tune be. Di vê civînê de dê ji bo Sûriyeyê rêbazên çareseriyê bêne axavtin.

Tiştek e baş e ku civîn çêdibin. Ne tişteke xelet e. Dibe ku em encameke rast e rast jê derxin, lê sazkirina vê komcivînê gaveke baş bû. "