Balafir bi giranî li nîva Mûsilê didin û çekdar direvin

Balafir bi giranî li nîva Mûsilê didin û çekdar direvin

Rojava News: Îro danê paş nîvro, balafirên şer ên hevpeymanan bi giranî baregehên DAIŞ bombarduman dikin û jêderek amaje bi wê yekê dike ku dengê teqînan gelekî bilinde.

Zêdetir li demjimêrekê balafirên şer ên hevpeymanan bi berdewamî navend û baregehên DAIŞ li Musilê bombarduman kirin.

Hatiye zanîn: Bombebarana balafiran li ser bajarê Mûsilê û derdora wê beriya çend rojan dest pê kiriye, bi taybetî piştî şewitandina pîlotê urdunî Meaz Kesasîbî ji aliyê DAIŞê ve.

 
Li gor zanyariyên destpêkê nêzîkî 20 baregehên DAIŞ heya niha li navçeyên bertile û Gogcelîl û Başîqe hatine bombarduman kirinê