Erdogan: Pûtîn dewlata kurdî naxwaze

Erdogan: Pûtîn dewlata kurdî naxwaze

12:04:46

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, Serokê dewlata Rûsyayê Vladimir Pûtîn li Sûriyê dewleke kurdî naxwaze.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn re bi firokeya taybet TÛRê vegeriya Tirkiyeyê. Erdogan di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand.

Recep Tayyip Erdogan derbarê naveroka hevdîtina bi Vladimir Pûtîn re daxuyanî da û diyar kir ku wî acizbûna xwe ya li hemberî wêneyên leşkerên rûsî yên li Efrînê ligel şervanên YPGê re ji Pûtîn re aniye ziman.

Erdogan diyar kir ku Pûtîn jê re gotiye, “Leşkerên me tiştek wiha nake, ezê derbarê vê mijarê de lêkolînê bikim.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi vê yekê jî kir ku Pûtîn li Sûriyê dewleteke kurdî naxwaze û wiha domand: “Li Idlîb û 5 cihên din ên cuda herêmên ewle tê pêşniyarkirin. Heger ev yek bê bicîkirin krîza Sûriye ji sedî 50 çareser dibe.”