DAIŞê bi dehan girtî îdam kirin

DAIŞê bi dehan girtî îdam kirin

13:08:06

 

Rojava News: Rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi dehan girtî îdam kirin ku beşek ji wan endamên wê bûn.

Hinek malperên iraqî ragihandiye, di heyama du-sê rojên borî de DAIŞê li bajarê Hewîcê li başûrê Kerkûkê, 47 girtî îdam kirin.

Li gorî agahiyan, di nav wan kesên ku hatine îdamkirin de 12 endamên DAIŞê jî hebûne ku bi tohmeta xiyanetê hatibûn girtin.