Îsraîlê bi tundî bersiva Erdogan da!

Îsraîlê bi tundî bersiva Erdogan da!

13:33:39

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Îsraîlê ji bo axaftina Serokomar Erdogan ku gotibû ‘hiqûqê nasnakin' rexne kir û ragihand ku yên ku li welatê xwe ihlala mafên mirovan bikin divê dersa demokrasiye nedin tu kesî.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bertek nîşanî axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da. Li gorî daxuyaniya wezaretê, yên ku li welatê bi awayekî sîstematîk mafê mirov û hiqûqê ihlal bikin divê li dersa demokrasiye nedin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Îsraîlê bersiv da axaftina Erdogan ku gotibû ‘Îsraîl dixwaze Quds bê misilman bimîne' û got. "Îsraîl mafê azadiya îbadeta yahudî, misilman û xrîstiyan diparêze û digel bêbextiyên ku têne kirin jî dê vê bidomîne."

Erdogan duhî di civîna Weqfa Qudsê de rexne li Îsraîlê girtibûn û gotibû: "Tu kes ne li ser hiqûqê ye. Lê di meseleya Filistînê de bi salan e hiqûqa serdestan kar dike. Îsraîl bêhiqûqiya xwe didomîne. Îsraîl vê hêza xwe ji kur werdigire. Îsraîl dizane qetlîamên ku dike dê bê bersiv bimînin. Her sûcê ku bê ceza bimîne fail tundtir dike."