Yildirim: Rêkirina çeka gaveke xelet e!

Yildirim: Rêkirina çeka gaveke xelet e!

22:37:20

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim li ser biryara Amerîkayê ya şandina çekan bo YPGê diyar kir: “Ji ber vê biryarê qey emê li hember Amerîkayê şer nekin.”

Binali Yildirim ji televîzyona BBCyê re ragihand, rayedarên Amerîkayê jê re diyar kirine, ku biryara dayîna çekan bo YPGê “ne tercîh e, ji bo demeke kurt pêwîstiyek e” û piştî ku DAIŞ ji Reqayê were derxistin “dê karê wan bi YPGê xilas bibe.”

Yildirim destnîşan kir, ku şandina çekan bo YPGê biryara Amerîkayê ye û Tirkiye ji wan re diyar kiriye ku “ev biryareke xelet e.”

Li ser pirsa “Gelo li hember vê biryara Amerîkayê, hûnê gavên berbiçav biavêjin” Binali Yildirim wiha bersiv daye: “Ji ber vê biryarê qey emê li hember Amerîkayê şer nekin. Navê wê dixwazî PKK be, dixwazî PYD be, dixwazî YPG be ferq nake. Emê li dijî rêxistina terorê şerê xwe berdewam bikin.”

Herwiha Yildirim amaje bi yekê kir, eger Tirkiye hîs bike ku li hember wê gef e, dê li dijî YPGê operasyonên xwe yên esmanî bidomîne.