23:00:23
Rojava News: DAIŞê ji bo ku çekdarên wê bi awayekî zûtir xwe bigihînin rêxistinê, hejmareke telefonê belav kir.
Rojnameya bi zimanê erebî ya DAIŞê Al-Naba, di hejmarên xwe yên nû de bû du car in hejmareke telefonê parve dike.
Li ser wêneya ku hejmara telefonê hatiye parvekirin, wiha hatiye nivîsandin:
“Kesên ku dixwazin tevlî rêxistinê bibin, dikarin li vê hejmarê bigerin.”
Di nivîsê de nehatiye gotin ku çawa dê li wê hejmarê bigerin, lê wisa tê gotin ku ew hejmar, hejmara telefoneke bi kablo ye.
Herwiha DAIŞê di rojnameya xwe ya Al-Nabayê de diyar kiriye, ku li bajarê Dêra Zorê 425 xort tevlî refên wan bûne.
Li gor pêşbîniyan, sedema bangewaziya DAIŞê ya li çekdarên nû ew e ku DAIŞ li gelek cihên weke Mûsil û Reqayê têk diçe û pêwîstiya wê bi çekdarên nû heye.
