Balafirên Iraqê di civînê de li DAIŞê dan!

Balafirên Iraqê di civînê de li DAIŞê dan!

10:29:05

 

Rojava News: Balafirên şer yên Iraqê li civîneke DAIŞê dan, herî kêm 13 serkirde û mezinên DAIŞê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandiye, balafirên şer yên Iraqê duh li devera Qaîm ya parêzgeha Enbarê cihê civîna DAIŞê dan.

Li gorî agahiyên wezaretê, serkirde û mezinên DAIŞê di wê civînê de behsa pilana meha Remezanê dikirin.

Hat gotin ku di wê êrişê de herî kêm 13 serkirde û mezinên DAIŞê hatine kuştin û cebilxane û baregehên wan jî hatine teqandin.