12:20:38
Rojava News: Operasona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêza xwe berdewam e. Rêxistina terorîst a DAIŞê 16 sivîlên ku dixwestin birevin ji terefê rêxistinê ve hatin îdamkirin.
Nûnerê PDKê yê Mûsilê Seîd Memozînî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li herêmea Keyrewanê 16 sivîlên ku dixwestin ji destê wan birevin hatin îdamkirin. Di meha dawî de li Mûsilê 325 sivîlên ku dixwestin birevin ji terefê DAIŞê hatin îdamkirin.
Seîd Memozînî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li rojavayê Mûsilê şer û pevçûnên navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê pir dijwar bûye û ev şer bandoreke neyînî li sivîlan dike. Şerê Mûsilê bi zahmetî dimeşe û pir sivîl têne kuştin. Lewma terorîstên DAIŞî sivîlan wekî mirtal ji xwe re bikar tînin û yên ku direvin jî îdam dike. DAIŞî bi qanasên xwe dikeve nava malên sivîl û şerê artêşê dike û ev jî dibe sedema kuştina sivîlan."
Memozînî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li herêma Keyrewanê 16 sivîlên ku xwestin ji destê DAIŞê birevin hatin girtin û paşî îdam kirin. Rêxistina terorîst a DAIŞê di vê meha dawî de zêdetirî 325 sivîlên ku wekî mirtalên zindî hatibûn bikaranîn û dixwestin birevin îdamkirin. Lewma DAIŞ naxwaze sivîl birevin ji bo ku wan ji xwe re wekî mirtalê zindî bikar tîne. Ji ber êrişên DAIŞê sivîlên herêma Mûsilê di rewşeke pir aloz de ne."
