Erdogan: Ji YPGê êriş werin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin

Erdogan: Ji YPGê êriş werin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin

10:42:00

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku me ji Amerîkayê re jî ev tişt got ‘heke ji YPGê êriş werin em ê li gorî qaîdeyên angajmanê bersivê bidin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Balyozxaneya Tirkiye ya li Washîngtonê di axaftina xwe de ragihand ku me ji Amerîkayê re jî ev tişt got ‘heke ji YPGê êriş werin em ê li gorî qaîdeyên angajmanê bersivê bidin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me ev bi zelalî ji wan re îfade kir. Ji YPG û PYDê êrişek were ser Tirkiyeyê bêyî ku em ji tu kesî bipirsin em ê qaîdeyên angajmanê pêk bînin. Me ev bi eşkere ji wan re got. Jixwe li Rai, Cerablus û li El Babê jî heman tişt kir. Tirkiye hêza xwe nîşanda. Me ji wan re got dev ji rêxistinên terorî berdin werin em bi hev re tekoşîna dijterorê bimeşînin, lê ev qebûl nekirin. Dibêjin me Minbic vala kir lê hê jî li wir in. Sibê dema Reqqa ji DAIŞê hate paqijkirin wê li wir bi cih bibe?