10:54:16 AM
RojavaNews: Îro serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta Erebistana Siûdî Rîadê û ji aliyê şahê Erebistana Siûdî Şah Selman ve hate pêşwazî kirin.
Li gor zanyariyên Dengê Amerîka yekem sefera derve ya Donald Trump wek serokê Amerîkayê duh ji bo rojhilata navîn destpê kir û di vê seferê de hevjîna Donald Trump wek hevalê wî yê rê li gel e û ew sefer û serdanên wî yên rojhilata navîn dê heşt rojan berdewam bike û îro 20.05.2017ê geheşte paytexta Erebistana Siûdî Rîadê.
Biryare di vê serdanê de Trump li gel Şah Selman û hin rayedarên din hin hevdîtin û gotûbêjan pêkbîne û piştre jî hin peyman û rêkeftinan li Erebistana Siûdî pêkbîne, herwaha hat zanîn dê navendeke nû bo dijî teror û muhafezakaran dê veke.
