Rusya serkeftina Rûhanî erenî dibênî!

Rusya serkeftina Rûhanî erenî dibênî!

11:33:33

 

Rojava News: Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev, li ser cara duyem hilbijartina Hesen Rûhanî bo serokomarîya Îranê got ku ji wan îşareteke baş e.

Kosaçev ji rojnamevanan re daxuyakirin, hilbijartina Rûhanî bo cara duyemîn hem ji bo welatê wan hem jî ji bo dinyaya derve îşareteke baş e û got, ‘Gel piştgirî da, rêya ku serokê wan dişopîne. Û dema rastîya Îranê mirov bide ber çavan, ev rêyeke têra xwe lîberal û nerm e.'

Senatorê Rûsî bi bîr xist ku serkeftina niha ya Hesen Rûhanî ji ya sala 2013an a rêjeya 51ê dengan çêtir e û bal kişand ser bernameya nukleerî û da zanîn, ‘Di sala 2015an de li ser bernameya nukleerî ya Îranê lihevkirin çêbû, Rûsya, Îran û Tirkiye wekî formata kêşeya Sûriyê ya Astanayê hevkarîya xwe dane destpêkirin."