Tirkiyê: Operasyona DAIŞê: 2 kes hatin kuştin

Tirkiyê: Operasyona DAIŞê: 2 kes hatin kuştin

11:42:07

 

Rojava News: Li navçeya Etimesgutê ya Enqereyê di operasyona ku hêzên ewlekariya tirk pêk anîn de, 2 endamên DAIŞê çalakî li bajêr pêk bînin plan dikirin, hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, hêzên ewlekariya Enqereyê di encama xebatên îstîxbaratî de, operasyon li navçeya Etimesgutê ya Enqereyê paytexta Tirkiyeyê pêk anîn.

Hate ragihandin ku ki operasyonê de 2 kesên ku endamên DAIŞê hatin hesibandin û plan dikirin ku çalakî li bajêr pêk bînin ji aliyê polêsan ve hatine kuştin.

Waliyê Enqereyê Ercan Topaca eşkere kir ku agahiyên di derbarê kesên ku hatin kuştin de hêj zelal nebûne û nasnameyên wan jî hêj nizanin û got: "Hin çek hene, hevalên me bo tespît kirine dest bi xebatan kirine û ragihandine ku hin bombe jî hatine dîtin. Em texmîn dikin ku ev kes di rojên beriya mede çalaki pêk bianîtina. Bombe û çekên giran hatin girtin."