Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin!

Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin!

12:55:02

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên mafê mirov ên li Îranê hatine wergirtin rejima Îranê kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin.

Li gorî çavkaniyên taybet ên mafê mirov li Îranê duhî herî kêm 8 girtiyên li girtîxaneyên Erdebîl, Tewrêz, Kirmaşan, Sîstan û Belûcîstanê ji terefê saziya dadweriya Îranê ve hatin îdamkirin.

Malpera Hengaw di raporta xwe de ragihand ku cezayê darvekirinê yê girtiyeke kurd ê bi navê Mêhrdad Eskerî ku temen 23 salî û xelkê Humeyl a ser bajarê Şahabada Kirmaşanê bû li girtîxaneya wî bajarî hate pêkanîn. Ji aliyê din ve cezayê darve kirinê yê 5 hemwelatiyên li zîndana navendî ya Tewrêzê birêve çû.

Li gorî tora mafê mirov a Kurdistanê nav û nasnameyên sê kes ji wan girtiyan wiha ye Seyîd Elî Mûsewî, Kazim Heccacî û Cabir Fexrî. Lê nasnameya wan du girtiyên din nehatiye eşkerekirin. Ji aliyê din ve di heman rojê de girtiyê bi navê Dawud Hemderd li girtîxaneya navendî ya Erdebîlê hate darve kirin.

Wekî din malperên mafê mirov ên li Belûcîstanê jî ragihandin ku duhî girtiyê bi navê Ebdulkerîm Şehnewazî yê temen 30 salî hat îdamkirin.