13:58:35
Rojava News: Li başûrê rojhilatê Efxanistanê di encama teqînekê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê Necîb Daniş ragihandiye, îro danê sibê li bajarê Xost li başûrê rojhilatê Efxanistanê teqînek qewimî.
Necîb Daniş daye zanîn ku ew teqîn li taxa “Kabil” ya bajêr qewimiye lê nayê zanîn teqîn, êrişa xwekujî ye yan jî bombeka noraml e.
Berdevkê Waliyê Xostê jî gotiye, di wê teqînê de 18 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.
Serokê Efxanistanê Mihemed Eşref Xenî, çend saetan beriya wê teqînê ji hêzên neyar yên Efxanistanê banga agirbestê kiribû û ji wan xwastibû ji ber xatirê meha Remezanê çalakiyên xwe bidin sekinandin.
Heta niha nayê zanîn ew teqîn ji aliyê kîjan hêzên neyar yên Efxanistanê ve hatiye kirin.
