Generalekî îranî li Beacê hat kuştin!

Generalekî îranî li Beacê hat kuştin!

14:12:13

 

Rojava News: Yek ji Fermandarê Pasdarên Îranê General Şeban Nesirî li navçeya Beacê ya li rojavayê Mûsilê hat kuştin. Hate ragihandin ku General Şeban Nesirî şerê di navbera Heşdî Şebî û DAIŞê de canê xwe ji dest daye.

Supaya Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku General Şeban Nesirî li navçeya Beacê di nav çekdarên Heşdî Şebî de şerê DAIŞê dikir. Herwiha Şeban Nesirî li rojavayê Mûsil di şerê DAIŞê de hatiye kuştin.

General Şeban Nesirî di sala 1980an de yek ji damezrînerê hêza Bedir a li hemberî Sedam Huseyîn hatiye damezrandin bû.