DAIŞ, wê qurana pîroz jî biguhere

DAIŞ, wê qurana pîroz jî biguhere

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞ radighîne ku qurana pîroz ji aliyê çend peyayekî olî ve ji bo berjewendiya taîfî ya kafir de hatiye nivîsandin û têkdan, ku hindek ji sûretên pirtuka asmanî jêbirine wek sûreta El-Kafîron.

Piştî ruxandina kelîse û cihên pîroz ên eshabe û pêxemberan, niha DAIŞ bi niyaze qurana pîroz jî biguhere û hinceta wan jî ewe ku hindek ji sûret û ayetên quranê hatine berovajî kirin û nerastin.
Li gor dîtina DAIŞ`ê qurana pîroz ji bo berjewendiyên taîfî û mesîhî û şî`eyan hatiye nivîsandinê û jiber wê jî ewê dubare binivîsînin.

Kanala Afaq belav kiriye ku terorîstên DAIŞ di hewla jêbirina sûreta (El-Kafîron) de ne.

Rojnameya Aydinlik Daylî a Turkî jî ji aliyê xwe ve nivîsiye: DAIŞ dixwaze sûret û ayetên quranê biguhere û sûreta El-Kafîron jê rake.

Tora Foxnewsê jî belav kiriye ku DAIŞ dixwaze Ke`beya mislimanan jî biruxîne, ew jî piştî ku cîhadiyekî DAIŞ li Twitterê nivîsiye ku Ebo Bekir Bexdadî ji wan re ragihandiye ku dibê Ke`be bê ruxandinê jiber ku li wir Hacî neku îbadetê dikin belku perestiya berekî dikin.