Erdogan: Ji alîyê Sûriyê êrîşeke biçûk jî were em ê lêdin

Erdogan: Ji alîyê Sûriyê êrîşeke biçûk jî were em ê lêdin

00:43:26

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomarîyê di fitara ku da muxtaran de, bal kişand ser PYD/YPGê û got, ‘Êrîşeke biçûk jî ji alîyê Sûriyê were em ê çi hewce be bikin, bila ti kes xeman neke.’

Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe ya bo muxtaran de, bal kişand ser piştgirîya hevpeymanîya navdewletî ya bo YPGê û wiha peyivî: "Ger êrîşeke biçûk jî ji alîyê Sûriyê ve li ser erda me were kirin, bêyî ku em li vir û wir binêrin em ê çi hewce be bikin, bila ti kes xeman neke… Heke piştgirîya derve tune be, Tirkiye dikare heta dawîya salê rêxîstinên terorê werîne wê astê ku nikaribin ti çalakîyekê bikin."

Erdogan di axaftina xwe de, sersaxî bo fermandarê pilebilind ê artêşa Tirkiyê Aydogan Aydin û 12 leşkerên din ên bi ketina helîkopterê jiyana xwe ji dest dabûn û leşkerên li navçeya Amedê Liceyê can dabûn re xwest.