14:04:09
Rojava News: Wezareta derve ya Qeterê bersiva 6 welatên ereban da û ecêb mayîna xwe jî diyar kir.
Îro 05.06.2017ê wezareta derve ya Qeterê beyanameyek de ragehand, biryara qutkirina peyvendiyan li gel Qeterê ji aliyê welatên ereb ve, ti sedemek ji bo vê yekê tineye û biryareke li ser bingehên ne tendurist hatiye dayînê ye.
Beyanameyê de tê gotin ku li malpera El-Cezire ya Qeterê de naveroka wê hatiye belav kirin; Qeter endameke çalak ê encûmena alîkariyê yê kendava ereb e û girêdayî peymanê ye.
Li gor wezareta derve ya Qeter ew helwêsta Erebistana Siûdî û welatên din bi hemahengiya li gel Misirê pêkhatiye û bi armanca Qeterê bixin bin serpereştiya Netewên Yekbûyî hatiye kirin.
