Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin

Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin

00:10:18

 

Rojava News: Hat ragihandin ku rêvebirên Rûsya û Amerîkayê ji bo pêşxistina herêmên biewle yên Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin.

Li gorî îdîayan rêvebirên Rûsya û Amerîkayê ji bo peşxistina herêmên biewle yên başûrê rojavayê Sûriyeyê bi veşartî hevdîtinan pêk tînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journala amerîkî, rayedarên bilind ên Rûsya û Amerîkayê ji bo peşxistina herêmên biewle yên başûrê rojavayê Sûriyeyê heta niha bi veşartî ev du caran hevdîtinan pêk tînin. 

Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku berpirsên herdu welatan du hefte berê li Urdinê bi tevlîbûna rayedarên urdinî civînek li dar xistin.