DAIŞê li ser Telegramê banga êrîşên nû kir!

DAIŞê li ser Telegramê banga êrîşên nû kir!

12:33:58

 

Rojava News: Reuters’ê ragihand ku Berdevkê DAIŞ’ê Ebu Hasan el-Muhacir bi qeydeke dengî bang li çekdaran kir ku di meha Ramazanê de li Amerîka, Ewrupa, Rûsya, Avustralya, Îraq, Sûrîye, Îran û Fîlîpînê êrîşên nû bikin.

Jêderên din piştrast nekirin ku deng yê berdevkê DAIŞ’ê ye, lê Retuers’ê dîyar kir ku dengê hatîye belav kirin bi dengê qeydên berê re yek e.

Di qeyda nû de, rêxistina tund êrîşên berê yên li welatên rojava li dar ketine bi bîr dixîne û wiha dibêje: ‘’Birayên we yên li wan deveran jiyan dikirin tiştên baş kirin. Hûn jî wek wan tevbigerin û wan çi kiriye bikin.’’