Ji bo dewleta Kurdî 100 îmzeyan kom dike, lê bêyî Kerkûk !!!

Ji bo dewleta Kurdî 100 îmzeyan kom dike, lê bêyî Kerkûk !!!

Rojava News: Endamekî encûmena nûneran a Êraqê radighîne ku ew piştgîriya dewleta Kurdî dike lê bi bê Kerkûkê çûnkî bi gortina wî parlemanterî Kerkûk bajarekî Êraqiye.

 

Mişan Ciborî ragihand: Ez piştgîrî li damezrandina dewleta Kurdî dikim û eger projeyek bo serbixweyiya Kurdistanê were parlemana Êraqê ezê îmzeya 100 parlemanterî kom bikim, çûnkî ez xewna wê rojê dibînim, lê belê bi bê Kerkûk, çûnkî Kerkûk bajarekî Êraqî ye û bi çi awayî em qebûl nakin Kerkûk biçe ser Herêma Kurdistanê.

 

Pêştir Ciborî ragihandibû ku vegera Kerkûk bo ser Herêma Kurdistanê bi xewn bi nav kiribû.

 

Mişan Ciborî parlemanterê Êraqê ser bi parêzgeha Selahedînê ye pêştir çendîn êriş biriye ser Herêma Kurdistanê û siyasetên herêmê, lê di heman demê de niha piştgîriya dewleta Kurdî bi bê Kerkûkê dike.