Erdogan: Îran li Sûriye û Iraqê nasyonalîzma farsî pêk bîne!

Erdogan: Îran li Sûriye û Iraqê nasyonalîzma farsî pêk bîne!

13:36:45

 

Rojava News: Serokomarê Tirikiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, Tirkiye dê li hember zêdebûna hejmoniya Îranê li Sûriye û Iraqê bêdeng nemîne.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan duh ji televîzyona Spanî re axivî û behsa rewşa Sûriye û Iraqê û rola Îranê li wan welatan kir.

Erdogan bi tunî rexne li Îranê girt û got, ewa ku Îran li Sûriye û Iraqê dike, ji bilî nasyonalîzma farsî tiştek din nîne. Helbet em vê yekê qebûl nakin.

Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku ewê li hember zêdegavî û zêdebûna hejmoniya Îranê li Sûriye û Iraqê bêdeng nemînin.

Ev cara yekem nîne Erdogan bi vî rengî êrişî Îranê dike ji ber ku Erdogan beriya niha jî bi tundî êrişî Îranê kiribû û Îran bi mezhebçîtiyê tohmetbar kiribû. Îranê jî bi tundî bersiva wî dabû.

Pispor û çavdêrên siyasî dibêjin Îran dixwaze “Hîlala Şîe (kevana şîe) di navbera Yemen, Sûriye, Iraq û Libnanê de ava bike.