Leşkerê Tirkiyeyê li Qetarê ye
Leşkerê Tirkiyeyê li Qetarê ye

Leşkerê Tirkiyeyê li Qetarê ye

12:51:07

 

Rojava News: Televîzyona El Cezîre ku navenda li Qetarê ye ragihand şevê din Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya tetbîqateke hevpar de gihîşte Qetarê.

Wezareta Parastin a Qetarê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) ji bo tetbîqateke hevpar bi Qetarê re li dar bixin gihîşte Dohayê. Li gorî daxuyaniya wezaretê perwerdeya xwe ya pêşî wê roja yekşemê li baregeha Tarik bin ziyad pêk bînin.

Tetbîqata navberda herdu welatan demeke dirêj e hatibû plankirin û herdu alî jî dixwazin behremendên xwe bi pêş bixin û tekoşîna şerê çekdarî zêde bikin.

Ji aliyê din ve Parlamentoya Tirkiyeyê qanûna ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) li Qetarê leşkeran bi cih bike û perwerdeyê bide di sere mêha hezîranê de qebûl kiribû.