Rûsya hişyarî da Amerîka: Nabe karekî tekalî li Sûriyê bike

Rûsya hişyarî da Amerîka: Nabe karekî tekalî li Sûriyê bike

14:40:40

 

Rojava News: Rûsya hişyayriyê dide Amerîka ku nabe karekî tekalî li Sûriyê bike, ev daxuyaniya Rûsyayê wê yekê tê, ku Amerîka hişyarî dabû  êjîma Esed, ku amadekariya êrîşeke din a bi çekê kîmawî dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennady Gatilov ragihand, daxuyaniyên Amerîka ya derbarê ku rêjîma Sûriyê amadekariyên êrîşeke din a bi çekê kîmawî, danûstandinên aştiyê yên derbarê krîza Sûriye de aloz dike.

Duh, Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand ku, zanyarî li cem wan hene ku Beşar Esed amadekariya êrîşeke din a bi çekên kîmawî li Sûriyê dike.

Washington rêjîma Sûriyê tuhmetbar dike ku wê êrîşa kîmawî a li ser Xan Şêxonê ya 4 Nîsana borî encam daye, ku di encamê de bêhtir ji 70 kesî canê xwe jidast dan.

Bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump, roja 7 Nîsanê firokeyaneya Şuayrat a ku jê wê ve firokeyên Sûrî êrîşa kîmawî pêk anîbûn, bi 59 mûşekên Tomahokê hat armanckirin.

Herwiha Gennady Gatilov hişyarî da Amerîka ku nabe ti karekî tekalî li Sûriyê encam bide.