Lavrov: Em ê bersiveke hevgirtî bidin provokasyonên muhtemel ên Amerîkayê yên ser Sûrîyê!

Lavrov: Em ê bersiveke hevgirtî bidin provokasyonên muhtemel ên Amerîkayê yên ser Sûrîyê!

01:33:00

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemkarê xwe yê Alman Sigmar Gabriel re civîneke rojnamevanî li dar xist.

Lavrov di civîna rojnamevanî de li ser êrîşên muhtemel ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi ser Sûrîyê de got, ew dê bersiveke hevgirtî û rêzdarî bidin êrîşan.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna rojnamevanî de bersiva de pirsa îdiayên Amerîkayê ya amadekarîyên êrîşa çekên kîmyewî ya rêveberîya Sûrîyê.

Lavrov got ku dê bersiva wan a ji bo êrîşên muhtemel ên Amerîkayê bi ser artêşa Sûrîyê de, bi awayekî 'hevgirtî û rêzgirtî' be.Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Sean Spicer roja duşemê dabû xuyakirin ku ew amadekarîyên hikûmeta Serokê Sûrîyê Beşar Esad ên êrîşa çekên kîmyewî dişopînin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kiribû ku ew îdia û gefên Amerîkayê yên ser hikûmeta meşrû ya Sûrîyê nayên qebûlkirin.

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê jî destnîşan kiribû ku Amerîka bi îdiayên hikûmeta Sûrîyê amadekarîya êrîşa çekên kîmyewî dike, terorîstan dawetî provokasyonan dike.