Serokê Berdevkê Rûhaniyên Îranê strangotinê li jinê heram dibînin

Serokê Berdevkê Rûhaniyên Îranê strangotinê li jinê heram dibînin

Rojava News: Serokê Meclîsa Xobrêgan ê Rûhaniyan û endamê şoraya ewlekariya Îranê, Mihemed Yezdî hişyardî da Hesen Rûhanî ku wezareta Êrşadê der barê mûzîk û strangotinê de hişyarî bike.

Yezdî, Rûhanî hişyar dike ku nabe ji bo ku bala gel bikşîne ser xwe, ji armancên Rêberê rûhanî û Xumeynî dûr bikeve û baweriya ku gel daye wî nabe ku bi helwestên cuda û rojevkirina hinek mijaran, kêmreng bibe.

Mihemd Yezdî diyar dike ku di îslamê de strangotina jinan ew jî bi tenê herame û dibêje ku hemû alimên olî di vê mijarê de hemfikirin. Yezdî hîn pêşdetir diçe û îdia dike ku koroyên ku di nav wan de jin jî hebin herame û mûzîk bi xwe jî herame.