Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye

Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye

01:35:36

 

Rojava News: Wezîrê Berevanîya Amerîkayê James Mattis û Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Fikrî Işik li paytexta Belçîka Brukselê hatin ba hev.

Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanîya Tirkiyê di hevdîtina her du wezîran de mijara pêwendîya Amerîkayê bi PYD/YPGê re hatiye rojevê û wezîrê tirk ji Mattis re nerehetîya Tirkiyê anîye ziman.

Wezîrê Tirk Işik piştî hevdîtinê da xuyakirin ku wan ‘Acizîya Tirkîyê ya derbarê YPGê de' gihandiye wezîrê Amerîkayê û Wezîrê Berevanîya Amerîkayê James Mattis jî teyîd kiriye û gotiye, ‘Ev ne tercîhek e, lê rewşeke neçarî û katedemî ye.'

Hat zanîn ku di hevdîtina her du wezîran de, bi hurgili nirxandina nameya hefteya borî ya derbarê çekdayîna YPGe de jî di nav de, li ser mijarên herêmî yên Sûrîye, Iraq, Qeter û Afganistanê hatiye rawestin.