Miftîyê DAIŞê dema behsa Bexdadî kir kelogirî bû!

Miftîyê DAIŞê dema behsa Bexdadî kir kelogirî bû!

11:34:00

 

Rojava News: Melayek ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Telaferê ya parêzgeha Nînowa, bi awayek ne rasterast kuştina xelîfeyê rêxistinê mûkir hat.

Li gor zanyariyên bidest ketin yek ji rêveberên DAIŞê û melayek rêxistinê Ebu Quteybe di gotara xwe ya roja înê de û di dema navê xelîfê DAIŞê Ebubekir Bexdadî anî, hinek rawesta û dest bi giryanê kiriye.

Ebu Quteybe ku kesek nêzîk Ebubekir Bexdadî tê zanîn, di berdewama gotara xwe de çend carekan bi awayek ne rasterast kuştina Bexdadî mukir hatiye.

Herwaha di mizgevteke din a Telaferê de Ebubera El Mûsilî ku rêveberek rêxistinê ye mukir hatiye ku DAIŞ li Mûsilê şikestiye û gotiye DAIŞê Mûsil ji dest da.

Berî naha jî çapemeniya Rûsya ji çend çavkaniyên leşkerî ve agahî dabûn ku xelîfeyê DAIŞê di bombebarana balefirên şer ên Rûsî de li Sûriyê hatiye kuştin.