Rûsya û Îranê hevdîtinên Astanayê nirxandin

Rûsya û Îranê hevdîtinên Astanayê nirxandin

 

Rojava News: Hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Aleksandr Fomîr û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Cabîr Ensarî, pêvajoya hevdîtinên aştiyê ya Sûriyeyê li Astanayê paytexta Kazakîstanê ku pêk tê nirxandin.

Li gorî ragihandina televîzyona Mehrê ya Îranê Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Aleksandr Fomîr û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Cabîr Ensarî li Tehranê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina dualî de pêvajoya Astanayê hat nirxandin û li ser belgeyên hevdîtinên Astanayê axivîn.

Herwiha aliyan tevdîrên hewce yên bo hevdîtinên Astana-5ê jî axivîne. Hevdîtinên Astanayê ya dûra din di 4-5ê Tîrmehê de pêk were.