Qetarê daxuyaniyeke tund da: Em ê parastina xwe bikin

Qetarê daxuyaniyeke tund da: Em ê parastina xwe bikin

11:23:56

 

Rojava News: Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid el Atiyê di axaftina xwe de ragihand ku heke hewce bike Qetar amade ye parastina xwe bike.

Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid el Atiye di hevpeyvîna xwe ya kanala Sky News a brîtanî de got: "Em her dem amade ne, lê hêvî dikin ku ev krîz neyê asta mudaxelaya leşkerî. Em amade ne welatê xwe biparêzin."

Xalid el Atiyê di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ji dîrokê hetanî îro Qetarê bi hebûna nîşan daye ku ne loqmeyekî hêsan e. Daxwazên Erebîstana Siûdî, Îmarata Erebî, Bahreyn û Misrê rasterast êriş û mudaxeleya desthilata Qetarê ye."

Atiye li hemberî pirsa ku Qetar mudaxeleya welatên cîran dike û dixwaze rejimê biguherîne got: "Ez li ser çîrok û tiştê xeyal naaxivim. Di sala 1996an de bi dijwarî û di salên 2014an de jî hewldanên nerm ên derbeyan çêbûn. Di sala 2017an de jî hewldaneke derbeya nerm cihê axaftinê ye."

Wezîrê qetarî di dawiya hevpeyvîna xwe de îdîayên ku Qetar piştgiriya rêxistinên terorî dike red kir.