Tirkiyê: 36 jê xelkê Sûrî bi giştî 42 koçber hatin girtin

Tirkiyê: 36 jê xelkê Sûrî bi giştî 42 koçber hatin girtin

11:43:24

 

Rojava News: Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê 42 kesên dixwestin bi rêyên deryasayî derbasî Yûnanistanê bibin hatin girtin.

Li Tirkiyê 42 penaberên ku dixwestin bi ne yasayî derbasî nava Yûnanîstanê bibin ji aliyê hêzên parastina peravên Tirkiyê ve hatin girtin.

Dîmenên dema dîtin û girtina wan penaberên dixewestin derbasî girava Midillî ya Yûnanîstanê bibin ji aliyê hêzên parastina peravan yên Tirkiyê ve hatine belavkirin.

Berpirsên Tirkiyê dane xuyakirin ku wan koçberan sibeha roja 2 vê mehê xwestine bi gemiyên lastîk derbasî nava Yûnanistanê bibin lê ji aliyê hêzên parastina peravên Tirkiyê hatine dîtin û  ew hatine girtin.

Di nava wan 42 kesên ku hatin girtin  de jin û zarok jî hebûne û 36 kes ji wan xelkê Sûriyê bûne û 6 yên din jî Îranî bûne û piştî ku hatine girtin teslîmî rêvebriya karûbarê biyaniyan hatine kirin ku ji bo welatên wan bêne vegerandin.