11:50:52
Rojava News: Polîsê Federal ê Iraqê di dema operasyona Mûsilê de 32 ton û 500 kîlo amonyon nitrat ku di çêkirina bombeyan de tê bikaranîn hat girtin.
Li gorî dokumanên Polîsê Federal ê Iraqê: tonek û nîv madeyên kîmyewî li taxên başûr, 31 ton amonyon nitrat jî li taxên rojava yên Mûsilê hat bidestxistin.
Di belgeyan de raportên hurgilî yên destpêka operasyonê û windayiyên rêxistina terorîst a DAIŞê jî cih digire. Li gorî belgeyê hêzên iraqî 21 hezar û 220 sivîl ji dîlîtiyê rizgar kirine û du goristanên komî hatine dîtin. Li bajêr bi temamî 2 hezar û 604 kîlometro ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.
